Amerîka bang li Rûsyayê kir da sertên INF bicîh bîne

21 January 2019 23:34 0 dîtin
Amerîka bang li Rûsyayê kir da sertên INF bicîh bîne

PeyamaKurd- Amerîka bang li Rûsyayê kir bo şertên peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîla wan Orte (INF) bîne cî, divê fuzeyên di destê xwe de yên tîpa SSC-8 hebûna wan û tetikvanên wan tesdîq bike û îmha bike.

Peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîla wan Orte (INF) armanca wê ew e ku Amerîka û hevkarên wê yên Awrûpa û Rojhilata Dûr biparêze û peyman di sala 1987an de li Washingtonê hatibû îmzekirin.

Trump di rojên nêz yên borî de, li ser vê peymanê weha gotibû:

“Em bi peymanê ve girêdayî man û me ji bo peymanê rêz girt. Lê Rûsya mixabin bo peymanê rêz negirt û bi vê sedemê em ê peymanê betal bikin û ji peymanê vekişin.”