Amerîkayê banga vegera peymana korîdora zad li Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li ser vekişîna Rûsyayê ji peymana korîdora veguhestina zadê Ukraynayê bo bazarên cîhanê daxuyanî da.
Blinken, ji bo vê biryara Rûsyayê xemgîniya xwe anî ziman û bang li Moskowê kir, ji bo li hawîrdorê cîhanê mirov û malbat rûbirûyî birçîbûnê nebin Rûsya vê hewldana korîdora zad berdewam bike.
Blinken, herwiha da xuyakirin ku Rûsya di şerê ku daye destpêkirin de, xurekê wekî çek bikar tîne û ev jî ewlehiya xurekê dixe xeterê û li welatên xwedî dahata kêm jî dibe sedema krîzan û bandorê li bilindbûna nirxê xidayan li cîhanê jî dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 29ê Cotmehê, Rûsyayê bi hinceta ku Ukrayna li gorî peymana korîdora zad tevnagere û êrîşî keştiyên rusî dike, korîdora veguhestina zad dabû sekinandin û ev jî rastî bertekên welatên Rojava hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin