Rûhanî banga vegera Peymana Nukleerî li rêveberiya Biden kir: Trump mir!..
PeyamaKurd - Serokê Îranê Hesen Rûhanî, bang li Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ku îro bi merasîmekê dest bi kar dike kir li peymana nukleerî ya 2015an a digel Îranê vegere.
Hesen Rûhanî got, “Êdî gog li qada Washingtonê ye. Heger ew li ser sozên xwe bin emê jî pabend bibin. Trump mir û peymana nukleerî hê jî dijî.”
Berî niha hin berpirsiyarên rêveberiya Biden bi rêya medyayê ragihandibûn ku rêkarên diyalogên derbarê peymana nukleerî ya digel Îranê li dar in û Îsraîl jî ji vê yekê agahdar e.
Namzetê Biden ê Wezareta Berevaniyê Lloyd Austin jî doh 19ê Çile gotibû, Îran hê jî li ser hevalbenên Washingtonê yên li Rojhilata Navîn, gef û hêmaneke têkder a aramiyê ye û dabû xuyakirin: “Eger Îran hêzeke nukleerî bi dest xist, dê danûstandina digel wê û pirsgirêk dijwartir bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin