YE: Îhtimala vegera li peymana nukleerî ya Îranê kêm dibe

05 June 2022 09:24 0 dîtin
YE: Îhtimala vegera li peymana nukleerî ya Îranê kêm dibe

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, piştî pêwendiyeke telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan, derbarê rewşa hevdîtinên vegera li peymana nukleerî de daxuyanî dan.

Borrell ragihand, "Îhtimala rêkeftinê û vegera li Plana Berfireh ya Karê Hevbeş kêm dibe. Lê belê bi hewldanên xwe em hê jî dikarin vê bikin.”

Josep Borell herwiha diyar kir, ew amade ne ji bo çareseriya pirsgirên li ber vegera peymana nukleerî rola xwe ya hêsankar bicih bînin.