Îsraîl dijî ‘Peymana Îranê’ dikeve tevgerê: Em nahêlin bibe dewleteke nukleerî!

24 August 2022 21:02 0 dîtin
Îsraîl dijî ‘Peymana Îranê’ dikeve tevgerê: Em nahêlin bibe dewleteke nukleerî!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapîd, li ser mijara gihîştina qonaxa dawî ya gotûbêjên peymana nukleerî ya ligel Îranê, bertek nîşan da û got, “Wê Îran her sal 100 milyar dolaran bi wê peymanê re qezenc bike… Ji bo Îran nebe dewleteke nukleerî em ê wek Îsraîl bikevin tevgerê.”

‘Em nahêlen Îran bibe dewleteke nukleerî’

Yair Lapid, di civîneke rojnamevanî de derbarê lihevkirina li ser bernameya nukleerî ya Îranê ji aliyê civaka navdewletî ve daxuyanî dan.

Lapid diyar kir ku Îsraîl ne girêdayî ti peymanekê ye, lê ji ber ku peyman xirab e û naveroka wê nayê qebûlkirin û lewra jî dijî wê derdikeve.

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn: "Li ser maseyê peymaneke xirab heye. Wê her sal 100 milyar dolaran bide Îranê. Dê ev pere ji bo dibistan û nexweşxaneyan neyê xerckirin. Wê ji bo têkdana seqamgeriya Rojhilata Navîn û belavkirina terorê li cîhanê were bikaranîn.”

“Em ê bikeven tevgerê”

Herwiha Lapîd destnîşan kir ku ew dê ji bo astengkirina peymana ligel Îranê bikevin tevgerê û bibîr xist, “Washington hevpeymana wan a herî baş e, wê wiha jî bimîne.”