Medya Îsraîlê: Tîma Biden ji bo vegera li peymana nukleerî bi Îranê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Beriya ku Serokê nû yê Amerîkayê 20ê vê mehê seroktiyê dewr bistîne, hat îdiakirin ku Tîma Joe Biden bi Îranê re dest bi danûstandinên vegera peymana nukleerî kiriye.
Li gorî nûçeya Kanal 12 ya Îsraîlê, hin rayedarên tîma Joe Biden bi Îranê re dest bi guftûgoyên vegera peymana nukleerî kirine û rêveberiya Îsraîlê jî bi vê hatiye agahdarkirin.
Li aliyê din weşaneke din a Îsraîlê bi navê Barak Ravid li ser vê îdiayê bi zarê rayedarekî ji tîma Biden ragihand ku ji Amerîkayê ti kesî bi Îranê re hevdîtin nekirine.
Herwiha hatiye ragihandin ku Serokê Saziya Îstixbarata Îsraîl MOSSADê Yossi Cohen jî hefteya borî ji bo hevdîtina ligel Donald Trump û tîma Joe Biden çûye Washingtonê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin