Hevdîtinên Vîyena yên vegera li Peymana Nukleerî ji nû ve dest pê dikin

03 August 2022 19:00 0 dîtin
Hevdîtinên Vîyena yên vegera li Peymana Nukleerî ji nû ve dest pê dikin

PeyamaKurd – Hevdîtinên Vîyenayê yên welatên beşdarên Peymana Nukleerî ya ligel Îranê piştî rawestana demeke dirêj ji nû ve dest pê dikin.

Hat ragihandin ku biryar hatiye standin Îran û Amerîka li danûstandinên peymana nukleerî vegerin û gotûbêjên li Vîyenayê ji nû ve bide destpêkirin.

Ajansa Fermî ya Îranê IRNAyê li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihandiye ku serokê şanda danûstankar Elî Bakirî ligel şandekê ji bo berdewama gotûbêjên vegera li Peymana Nukleerî îro 3yê Tebaxê ber bi Vîyenayê ve bi rê dike.

Kenanî diyar kiriye ku wê hevdîtin di bin çavdêriya Yekîtiya Ewropayê de bêne kirin û ligel pêşniyarên Îranê hemû nêrînên aliyan werin nirxandin.