Amerîka: Heta 4 welatiyên Amerîkî neyên berdan vegera peymana nukleerî ne mimkun e!
PeyamaKurd - Amerîkayê ji bo vegera Peymana Nukleerî ya ligel Îranê û rêkeftinê ragihandin ku divê Îranê girtiyên Amerîkayê serbest berde.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Îranê Robert Malley ragihand: “Vegerîna nava “Lihevkirina Nukleerî” bêyî serbest berdana 4 girtiyên hemwelatiyên Amerîkayê, ne mimkun e.”
Ev daxuyaniya Amerîkayê piştî kesê bi navê Bêrî Rûzen li Vîyenayê dema danûstandinên nukleerî yên ligel Îranê çend roj in ji bo wan girtiyên amerîkî ketibû greva birçûnê hat dayîn ku li Îranê jî saziyên sivîl û hejmarek rojnamevanên naskirî piştevanî lê kiribûn.
Robert Malley beryia niha jî ragihandibû ku mijara wan girtiyên Amerîkayê yên li Îranê ti peywendiyeke wê bi mijara danûstandina atomî nîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di gelek welatiyên sivîl û rojnamevan ên ewropî di destê rejîma Îranê de bi hincetên sîxurtiyê hatine girtin ku Îran wan wekî kartekê li hember wan welatan bikar tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin