Sullivan: Amerîka bi Îranê re li ser hemwelatiyên Amerîkî yên girtî dest bi danûstandinê kiriye

22 February 2021 10:59 0 dîtin
Sullivan: Amerîka bi Îranê re li ser hemwelatiyên Amerîkî yên girtî dest bi danûstandinê kiriye

PeyamaKurd – Şîretvanê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan ragihand, Amerîka bi Îranê re li ser hemwelatiyên Amerîkî yên girtî, dest bi danûstandinê kiriye.

Li gor Sullivan ji kanala CBS re diyar kir: ‘‘Me li ser vê mijarê, bi Îraniyan re dest bi danûstandinê kiriye’’ û da zanîn, ew ê pêşnîyazeke demdirêj qebûl nekin.

Nûçeyên di medya Îranê destnîşan dikin, danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de, bi Serbalyozxaneya Swîsre tê meşandin.

Serbalyozxaneya Swîsre, berjewendiyên Amerîka yên li Îranê temsîl dike.

Herwiha Sullivan bi berdewamî eşkere kir, Amerîka dixwaze vegere ser peymana navokî ya sala 2015an, lê Tehranê hîn tu bersiv nedaye.

Serokê berê Donald Trump di sala 2018an de Amerîka ji peymana navokî vekişandibû û toleyên li dijî Îranê ji nû ve ragihandibû.

Piştî Washington ji peymanê vekişiyabû, Tehranê jî bicîhanîna berpirsiyên xwe yên bo peymanê terikandibû.