Amerîka heta demeke nediyar dê çekan nede Ûkraynayê

04 March 2025 14:13 0 dîtin
Amerîka heta demeke nediyar dê çekan nede Ûkraynayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîka alîkarîya xwe ya çekdarî ya ji bo Ûkraynayê heta demeke nediyar rawestandiye.

Hate diyarkirin ev biryar piştî hevdîtina aloz a di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump, cîgirê Trump, James David Vance û serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî de hatiye dayîn ku di 28ê Sibatê de li Ofîsa Oval pêk hat. Trump ji Zelenskî re got, “An peymanê îmze bike, an jî em ê piştgirîya te nekin,” û çavkaniyên binerdî yên Ûkraynayê ji Zelenskî xwestîbû. Wî peyman red kiribû û ji Amerîkayê derketibû.

Fox Newsa Amerîkî ku xwe spart rêveberekî payebilind ê Trump ragihand ku hikûmeta Trump biryar daye ku Amerîka êdî çekan nade Ûkraynayê, lê nehat diyarkirin bê ka ev biryar “demkî” ye yan heta hetayê.