Rojhilat | Li Urmiyê heta demeke nediyar qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê û bilindbûna hejmara mirinan, li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Navenda Rûbirûbûna Koronayê ya li Urmiyê îro înê ragihand, pênc bajarên parêzgeha Urmiyê di rewşa sor a zêdebûna Koronayê de ne û rojane nêzîkî 700 kes bi koronayê dikevin, lewma me biryar da ku heta demeke nediyar rêyên parêzgeha Urmiyê bigrin.
Li seranserê Îranê li gorî amarên fermî heta niha 3.62 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine û 88 hezar û 63 pêketiyan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin