Qedexeya li Kerkûkê heta demeke nediyar hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Kerkûk ragihand ku li Kerkûkê qedexeya çûnûhatinê ya ji bo vîrusa koronayê heta demeke nediyar hatiye dirêj kirin.
Endamê şaneya ragihandinê li Kerkûkê Dilêr Şiwanî îro 10ê Gulanê ragihand: “Şaneya krîzan a Kerkûkê çend biryarên nû derbarê qedexeya hatûçûnê li Kerkûkê derxist. Qedexeya hatûçûnê heta demeke nediyar berdewam dibe. Her roj demjimêr 18:00ê êvari heta 06:00ê sibehê qedexe berdewam dibe. Herwaha demjimêr 06:00ê sibehê heta 18:00ê êvarê qedexeya hatûçûna nav bajar tê rakirin. Herwiha otomobîl jî dibin sîstema tek û cot wî awayî dikarin kar bikin.”
Şiwanî got, “Berdewamiya daxistina rawestgehên parêzgeha Kerkûkê li gel parêzgehên din wek xwe dimîne û navendên xwendin û mizgeft jî girtî dimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin