Qedexeya çûnûhatinê heta fermaneke din û demeke nediyar hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryara qedexeya tund a çûnûhatinê ya dijî belavbûna vîrusa koronayê heta fermaneke din bo maweyeke nediyar berdewam dike.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, herî dawî qedexeya çûnûhatinê ji 4ê Nîsanê ve bo 48 saetan ragihandibû, lê bi vê daxuyaniya nû ragihand ku heta demeke nediyar wê qedexe wekî awayê niha berdewam bike.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, qedexeya tund a çûnûhatinê îro demjimêr 12.00ê nîvro bi dawî bû û got, “Em niha mijûlî gotûbêjkirina pêşniyazên birêz parêzgar û serpereştyarên îdareyên serbixwe ne û van nêzîkan beyaneke wezaretê dê bê derkirin bo destnîşankirina rêkarên nû. Heta ragihandina beyana nû, qedexeya hatinûçûnê bi vî şêweyê niha dê berdewam bike.”
Wezareta Navxwe ji ber pabendbûna wan bi rênimayiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên dijî rûbirûbûna nexweşîna koronayê, spasiya hemwelatiyên Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin