Kurdistan | Qedexeya bacan û xiyarên ji derve tên heta demeke nediyar hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, qedexeya hawirdekirina bacanên sor (fringî) û xiyaran heta demeke nediyar dirêj kir.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê îro Çarşemê ragihand, bi îmzeya Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî hatiye diyarkirin ku li gor yasaya parastin û pêşxistina berhemên çandiniyê û nivîsa Encûmena Wezîran û lêkolînên li bazaran, bi mebesta parastina berhemên xwemalî yên cotkaran, biryar hat dayîn ku qedexeya hawirdekirina (anîna ji derve) ya berhemên firingî û xiyaran heta demeke nediyar were dirêjkirin.
Li aliyê din wezaretê biryar daye ku baca li ser berhema xoxan a hawirdekirî, were rakirin.
Wezareta Çandiniyê her sal li gorî asta berhemên navxwe, biryaran derdixe ji bo qedexekirina hawirdekirina berhemên welatên din, yan jî bacê dixe ser wan ku ev ji bo firotina berhemên cotkarên Kurdistanê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin