Li Sûriyê heta demeke nediyar qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya rejîma Sûriyê, bi sedema koronayê qedexeya çûnûhatinê ya navbera parêzgehan heta demeke nediyar dirêj kir.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand, di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji koronayê, qedexeya çûnûhatinê di navbera parêzgehên welat de, ji bo selametiya welatiyan heta demeke nediyar hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Sûriyê de amarên dawî jî hatin ragihandin ku tê gotin, nexweşên korona yên li Şam û Deraayê baş bûne û niha herdu parêzgeh ji virusê rizgar bûne û tê diyarkirin ku tenê virusa korona gundewarê Şamê maye.
Li gorî amarên fermî li Sûriyê 44 kes bi koronayê ketibûn ku 27 kes ji wan baş bûne û 3 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin