Josep Borell ji bo vegera li peymana nukleerî serdana Tehranê dike

24 June 2022 14:31 0 dîtin
Josep Borell ji bo vegera li peymana nukleerî serdana Tehranê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borell, ji bo vejandina peymana nukleerî ya ligel Îranê bi serdaneke fermî diçe Tehranê.

AFPê ragihandiye ku desthilatên Îranê ragihandine, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, îro 24ê Hezîranê serdana Tehranê dike ji bo xebatên jinûve vejandina peymana nukleerî ku Adara 2015an hatibû îmzekirin û niha li Vîyenayê hevdîtinên vegera li peymanê dewam dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zada li ser mijarê got, Josep Borrell êvarê serdana Tehranê bike û bi wezîrê derve Hisên Emîr Ebdulehyan û du berpirsên din re bicive.

Xetîbzade da zanîn ku dê di civînê de têkiliyên dualî, hin mijarên herêmî û navneteweyî û rakirina cezayên li ser Îranê werin gotûbêjkirin.