4 welatan banga vegera li peymana nukleerî li Îranê kir
PeyamaKurd – Welatên Amerîka, Almanya, Brîtanya û Fransayê bang li Îranê kirin ku li peymana nukleerî ya sala 2015an hatibû îmzekirin vegere.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price da xuyakirin ku îro li Lûtkeya G20an a bajarê Balî yê Endonezyayê, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ligel Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna, Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock û Berpirsê Bilind ê Wezareta Derve ya Brîtanyayê Tim Barrow li ser bernameya nukleerî ya Îranê gotûbêj kirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, plana vegera Îranê bo Peymana Nukleerî hatiye axaftin û li ser pabendbûne ku Îran dev ji daxwazên ne pêwîst berde û derham vegere peymana nukleerî ya ku Amerîka di heyama Trump de sala 2018an jê vekişiyabû.
Price herwiha da zanîn ku di hevdîtinê de mijara şerê Rûsya û Ukraynayê jî hatiye axaftin û ji bilî hewlên ewlekarî û alîkariyên mirovî ewlehiya xurekê jî hatiye nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin