Reuters: Amerîka û Rûsyayê xeteke danûstandinê çêkirine

04 March 2022 12:29 0 dîtin
Reuters: Amerîka û Rûsyayê xeteke danûstandinê çêkirine

PeyamaKurd Ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, ji bo hev şaş fêm nekin, Amerîka û Rûsyayê xeteke danûstandinê çêkirin.

Li gor Reutersê da zanîn, Amerîka û Rûsya ji bo hev du şaş fehm nekin ew xet çêkirine.

Bi vê xeta danûstandinê, ew ê wezaretên berevanî yên Amerîka û Rûsya ji hev du haydar bin.

Herwiha rayedarekî Amerîkî yê nexwestiyê navê wî eşkere bibe ji Reutersê re daye zanîn, ew xet ji bo bûyerên leşkerî yên belkîyî û rawestandina gurbûna aloziyê hatiye çêkirin û ew xeta Amerîka û Rûsyayê, di 1ê Adarê de ava bûye.

Amerîka dibêje li Ukrayna tu leşkerê mê tune, lê ji ber êrîşa Rûsya ya dijî wî welatî, Washington û hevbendên wê ketine fikaran ku ew şer belav bibe.