Angast: Artêsa Rûsyayê li Donetskê bajarokekî din xist bin kontrola xwe

22 April 2024 14:27 0 dîtin
Angast: Artêsa Rûsyayê li Donetskê bajarokekî din xist bin kontrola xwe

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Rûsyayê di çarçoveya operasyona leşkerî ya taybet de gundê Novomîhaylovka yê girêdayî Komara Gel a Donetskê (DHC) ye bi temamî xist bin kontrola xwe.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê geşedanên 24 demjimêrên dawî yên operasyona leşkerî ya taybet de daxuyaniyekê belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku di encama çalakiyên serkeftî yên koma leşkerî ya YUGê (Başûr) de DHCê, gundê Novomîhaylovkayê “bi temamî rizgar kir” û li pêşiya eniyê pozîsyona xwe ya taktîkî xurt kir.

Wezaretê diyar kir ku hêzên Rûsyayê bi 3 hêrişên dijber hêzên Ûkraynayê têk birine û angaşt ku ji artêşa Ûkraynayê 410 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û navenda şerê elektronîkî ya Enclave û depoyeke cebilxaneyan hatiye rûxandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, koma leşkerî ya 'Zapad' (Rojava) gihîştiye xetên bi avantajtir û 4 hêrişên dijber ên ji aliyê Tabûra Azov a rastgir a tundrev ve hatibûn organîzekirin pûç kirine.

Wezareta Rûsyayê angaşt ku di encama şer û pevçûnan de ji artêşa Ûkraynayê 25 leşkeran jiyana xwe ji dest dane, 2 maşînên keşfê û sîstema topxaneyê ya Gvozdika hatine têkbirin.