Artêsa Rûsyayê li Donetskê bi pês ve diçe
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku wan navenda Novokalînovo ya herêma Donetsk xistiye bin kontrola xwe.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de der barê kiryarên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê de agahî hatin dayîn.
Li hember hewildanên Kîev ku di 5-10ê Gulanê de zirarê bide tesîsên enerjî û pîşesazî li Rûsyayê, artêşa Rûsyayê moşekên dûravêj û teqez ên ji behrê û hewayî, pergalên moşekên hîpersonîk ên Kinjal û wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) bi cih kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî Ukraynayê 27 êrîşên komê hatine kirin. Hat ragihandin ku van êrîşan tesîsên enerjiyê, kargehên pîşesaziya leşkerî û binesaziya rêyên hesinî kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşan de sîstemên parastina hewayî, cebilxane, depoyên sotemeniyê, atolyeyên hilberîn û tamîrkirina wesayîtên hewayî û deryayî yên bêmirov û cihên bicihkirina demkî ya çeteyên biyanî û leşkerên neteweperest ên Ukraynayê hatin xistin.
Di daxuyaniyê de ku derbarê çalakiyên roja dawî yên leşkerên Rûsyayê de jî agahî hatin dayîn de ev daxuyanî hat dayîn: “Di encama çalakiyên serkeftî yên yekîneyên leşkerî yên navendî de, li herêma Novokalînovo ya Komara Gel a Donetskê hate rizgarkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin