Artêsa Rûsyayê ji noqteyên çavdêriyê yên li Golanê vekisiya

11 October 2024 13:58 0 dîtin
Artêsa Rûsyayê ji noqteyên çavdêriyê yên li Golanê vekisiya

PeyamaKurd – Di van rojên dawî de agahî hatin belavkirin ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê ji nişka ve vala kirine cihên ku çavkaniyên Îsraîlê weke stratejîk bi nav kiribûn.

Çavkanî radigihînin ku ya herî girîng ji van xaleke çavdêriyê bû li Tel El-Hara li gundewarê Deraayê yê bakur e, her weha agahiyên zêde derketin holê ku vekişînên bi heman rengî ji Tel-Şaar û Tel-Meşara li gundewarê Quneytrayê pêk hatine.

Hêzên rûsî alavên xwe kom kirin û beriya vekişînê ala Rûsyayê ji herêmê rakirin.

Dezgeha leşkerî ya rûsî red kir ku li ser van agahiyan şîrove bike û tu ravekirinek derbarê sedemên van vekişiyan de neda ku bû sedema gelek gotegotan, nemaze li ser zêdebûna çalakiyên hêzên îsraîlî li derdora van deveran.