Amerîkayê balafirên stretejîk ên bombardimanê B-52 sandin Rojhilat Navîn

22 November 2020 13:12 0 dîtin
Amerîkayê balafirên stretejîk ên bombardimanê B-52 sandin Rojhilat Navîn

PeyamaKurd – Li demeke ku îdiayên 'Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump, beriya rêveberiyê radestî Joe Biden bike, wê êrîşî Îranê bik' têne belavkirin, Amerîkayê balafirên şer ên bombardimanê B-52 şandin Rojhilata Navîn.

Nûçeya şandina balafirên B52 piştî daxuyaniyên Serokê Amerîka Donald Trump yên vekişandina hêzên xwe ji Iraq û Afganistanê hat belavkirin.

Artêşa Amerîkayê li ser şandina balafirên B-52 bo Rojhilata Navîn ragihand ku armanca şandina wan balafiran bersivdayîna dijminan û parastina hevpeymanan e.

Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) daye xuyakirin, hêzên wan ji baregeha leşkerî ya Dacotta Bakur ve balafirên şer B-52 şandine Rojhilata Navîn û cihê bicihbûna wan balafiran eşkere nekir.

B-52 yek ji balafira stratejîk a Amerîkayê ye û dikare 70 ton çek û teqemeniyan hilgire û zêdetirî 8 hezar û 800 mîlan bifire bêyî ku hewcedariya wê bi sotemeniyê çêbe.