Ji CENTCOMê daxuyaniya sandina balafirên B-52H bo Rojhilata Navîn

08 March 2021 19:28 0 dîtin
Ji CENTCOMê daxuyaniya sandina balafirên B-52H bo Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser şandina 2 balafirên B-52H ên bombardimanê bo Rojhilata Navîn ragihand ku bi fermana Serok Joe Biden ji bo misogerkirina hevpeymanan û pêşîgirtina êrîşkariyan hatine şandin.

CENTCOMê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser şandina çaremîn balafira B-52 bo Rojhilata Navîn û diyar kir, Hêzên Asmanî yên Amerîka li gorî pêdawîstiyên erkan, perwerdehîya hevpeymanan û girîngîpêdana hevpeymanan bi awayekî rêkûpêkî balafiran dixe tevgerê.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, piştî êrîşên moşekî yên ser baregeha Eyn Esed a Iraqê ragihandibû ku heger ew bifikirin li cihekî bidin, di dem û cihê guncaw de ewê lê bidinku ew mafê parastina leşkerên xwe bikar tînin.