Ji Amerîka daxuyaniya sandina balafirên ser ên Rûsî bo Libyayê

26 May 2020 18:26 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya sandina balafirên ser ên Rûsî bo Libyayê

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Afrîka ya Amerîkayê (AFRICOM) ragihand ku Rûsyayê ji bo li kêleka hêzên Hefter şer bikin şer bikin, balafirên şer şandine Libyayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandarê AFRICOMê Stephen Townsend de tê gotin ku Rûsya bi rêya hêzên kirêkirî Wagner bandora xwe ya leşkerî li Afrîkayê zêde dike û demên dawî Rûsyayê jî balafirên MiG-29 şandine Libyayê daku li kêleka hêzên Hefter şerê hikûmeta Libya ya Wîfaqê bikin.

Townsend dibêje, wan şandina balafirên şer ji aliyê Rûsyayê ve şopandiye ku wan balafirên şer artêşa Hefter û hêzên kirêkirî nikarin bikar bînin.