Tirkiye: Heger Amerîka balafirên F-16 nefirose me, em ê yên rûsî bistînin!

18 October 2021 20:41 0 dîtin
Tirkiye: Heger Amerîka balafirên F-16 nefirose me, em ê yên rûsî bistînin!

PeyamaKurd – Serokê Pîşesaziya Leşkerî ya Tirkiyê Îsmaîl Demîr ku ji ber kirîna S-400ên rûsî niha di nav lîsteya dorpêçan a Amerîkayê de ye ragihandiye ku heger Amerîka firotina balafirên F-16 bo wan rawestîne dibe ku Tirkiye balafirên şer ên Rûsyayê bikire.

Îsmaîl Demîr herwiha gotiye: "Heger kirîna F-16 negihe encamê, Tirkiye wê bêçare nemîne."

Li gorî medya rûsî, serokê Rêveberê Karûbarên Federal a Hevkariya Teknîkî-Leşkerî ya Rûsyayê Dmitry Shugaev jî demek berê ragihandiye, heger Enqere biryara kirîna balafirên Rûsyayê bide, Rûsya amade ye ligel Tirkiyê li ser balafirên SU-35 û SU-57 danûstandinan bike.

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî ku Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniya asmanî ya S-400 a Rûsî peymana kirîna balafirên F-35 da rawestandin, pêşniyara kirîna balafirên F-16 li Amerîkayê kiribû, lê bersiveke erênî hîn nehatiye dayîn.