Trump: Amerîka dê balafirên serî yên F35 nefirose Tirkiyê

17 July 2019 12:51 0 dîtin
Trump: Amerîka dê balafirên serî yên F35 nefirose Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump li Qesra Spî ji rojnamegeran re got ku ji ber ku Tirkîyê ji Rûsya S-400 kirîne ew dê balafirên şerî yên F-35 nefiroşin wê.

Donald rump da zanîn ku bi danûstandina S-400an re rewşa bi Tirkîyê re ‘zortir û dijwartir’ bûye û diyar kir ku ew axaftina bi berpirsên tirk re didomînin.

Trump got, ‘’Tirkîye di rewşeke zor de ye û em jî wek Amerîka di rewşeke zor de man, lê divê ez bibêjim ku jiber ku Tirkîyê ji Rûsya sîstema S-400 kiriye, Amerîka dê balafirên şerî yên F-35 nefiroşe wê.’’

Berî Trump, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Serkar Mark Esper jî diyar kir ku Tirkîyê bi kirîna S-400 ew xeyalşikestî kirine.