HILBIJARTIN | Welatî li herêma erdhejê ji bo dengdanê li ber konteyneran ketin dorê
PeyamaKurd - Proseya dengdana hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên Tirkiyê îro 14ê Gulanê li saet 08:00 dest pê kir û heta demjimêr 17:00 dewam dike.
Li bajarên herêma erdehejên wêranker ku bûbûn sedema mirina zêdetirî 50 hezar kesan, jî dendgan li çadir û konteyner û dibistinan birêve diçe.
Hilbijêr ji bo dengên xwe bidin, li ber konteynerên ku bo hilbijartinan hatine amadekirin ketin dorê û dest bi dengdanê kirin.
Hêjayî gotinê ye, hejmarek zêde hilbijêrên bajarên Mereş, Hatay, Semsûr, Osmaniye û Dîlokê berê xwe dane bajarên din ku dê bikarin dengên xwe li cihê îqameyên xwe yên nû bidin.
HILBIJARTIN-TIRKIYE | Proseya dengdanê dest pê kir: Zêdetirî 60 milyon dengdêr...

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin