Tîmên rizgarkirinê yên ji herêma erdhejê vedigeriyan qeza kirin: 13 birîndar
PeyamaKurd – Li Kirikkaleyê di qezaya ku mîdîbusa ekîba ji herêma erdhejê vedigeriya de, 13 kes birîndar bûn.
Piştî erdhejên Mereşê pêk hat, li Taxa Keskîn a Kirikkaleyê midîbusa ku ekîba ji Meletiyê vedigeriya, wergeriya û 13 kes birîndar bûn.
Li kîlometreya 31emîn a Rêbeja Kirikkale-Kirşehîrê midîbusa bi plaqeya fermî 06 BH 6693 qulibî.
Li ser daxuyaniyê, gelek ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê de 13 kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Hate hînbûn, birîndarên ku rakirin nexweşxaneyên li bajêr xeteriya jiyana wan nîne. (Çavkanî: AA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin