Tîmên rizgarkirinê termên 2 kesên di bin qesaya Çiyayê Cîlo de mabûn dîtin

18 July 2023 17:22 0 dîtin
Tîmên rizgarkirinê termên 2 kesên di bin qesaya Çiyayê Cîlo de mabûn dîtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku termê 2 kesên ku hilkişiyabûn Çiyayê Cîlo yê navbera Colemêrg û Geverê û bi şikestina qeşayê re di bin qeşayê de mabûn, hatin dîtin. 2 kes jî doh 17ê Tîrmehê bi saxî hatibûn rizgarkirin.

Li herêma di navbera Colemêrg û navçeya Geverê de geştiyarên ku derketibûn Qeşaya Çiyayê Cîlo ji ber şikestina qeşa û helîna berfê nêzîkî şelaleyê di bin keviya berfê û qeşayê de mabûn. Mamostayê Erdnîgariyê Mehmet Aydin û karmenda Wezareta Dadê Hakîme Koç ew du roj bû winda bûn û îro xebatên lêgerîna wan car din destpê kir.

Hate ragihandin ku îro termên Hakîme Koç û Mehmet Aydin ên ku du roj in agahî ji wan nedihate wergirtin termên wan hatin dîtin. Trmê Hakîme Koç ji bin qeşayê hate derxistin, lê xebatên derxistina termê Mehmet Aydin didomin.

Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik got, tîma pispor a xebata lêgerînê dike ji 42 kes pêk tê û ji Stenbol, Sakarya û Bursayê hatine. Tîmên Colemêrg, Wan û Erzeromê yê AFADê, tîmên cenderme jî di xebatê de cî girtine.