Erebistana Sa’ûdiyê 2 balafirên ku tîmên rizgarkirinê tê de ne sand Tirkiyê

10 February 2023 23:39 0 dîtin
Erebistana Sa’ûdiyê 2 balafirên ku tîmên rizgarkirinê tê de ne sand Tirkiyê

PeyamaKurd – Erebistana Saûdiyê 2 balafirên din şand ciyê erdheja ku navenda wê bajarê Maraşê ye. Di balafiran de tîmên lêgerînê û rizgarkirinê ku kesên di bin enqazên avahiyan de mane derxin hene. Li gor ajansa Erebistana Saûdiyê SPA yê; her dû balafir ji balafirgeha navdewletî ya Qral Xalid bi hewa ketine da bigihên Tirkiyê. Wê heman tîmên Erebistanê tevlî xebata li Sûriyê jî bibin.

Erebistan berê jî 3 balafir şandiye Tirkiyê û bi her dû balafirên dawiyê re jimara balafiran gihaye 5an. Rêvebiriya Riyadê di 9 ê sibate de di 2 balafiran de tîmên lêgerînê û rizgarkirinê, xwurek, çadir, tûlûmên razanê, bataniye û alavên tenduristiyê hebûn, şand. Di balafira 3em de 104 ton alavên alîkariyê hebûn.

Platforma Sahemê ya Navenda alîkariya mirovî ya Qral Selman ji bo Tirkiyê û Sûriyê kampanya alîkariyê dabû destpêkirin. Heya niha 216 milyon Riyal an ku 57 milyon dolar pere daye hev. Malpera Platformê ragihandiye ku heya niha 623.164 kes destekê dane kampanyayê.