Janez Lenarcic: 17 dewletên YA yê ji bo erdhejan tîmên rizgarkirinê disînin Tirkiyê
PeyamaKurd – 17 dewletên endamên Yekîtiya Awrûpayê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dişînin Tirkiyê ciyê erdhejê. Ragihandin ji aliyê endama rêvebiriya komisyona krîzê ya ji alikariyên mirovî berpirs Janez Lenarcic de hat kirin. Lenarcic ragihand ku berê jimara dewletên ku tîmên xwe dişandin Tirkiyê 13 bûn lê jimara wan niha gihaye 17 dewletan. Li ser edheja li Maraşê Lenarcic ji bo tv. ya CNN Internationalê axifî.
Lenarcic, di ser hesabê xwe yê Twitterê de jî got ku tîmên Romanya, Macaristan û Bûlgaristanê gihane Tirkiyê û her weha bi hevkarên xwe yên Sûriyê yên alîkariya mirovî re operasyonên rizgarkirinê girtine ser milên xwe.
Erdehej çawa li bakûrê Kurdistanê li 10 bajaran rû da, her weha li Sûriyê jî bandorekî mezin kir û heya niha di ser 400 kesan de mirov can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin