Koska Spî: Tîmên me li ser cih û dîroka muzakereya Washginton-Kîevê dixebitin

05 March 2025 20:02 0 dîtin
Koska Spî: Tîmên me li ser cih û dîroka muzakereya Washginton-Kîevê dixebitin

PeyamaKurd - Berpirsê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Mike Waltz ragihand: "Tîmên me li ser dîrok, cih û heyeta muzakereyê ya di navbera Washington û Kîevê de mijûl in. Piştî wê em ê çend mekanîzmayên zêdekirina baweriyê ji Rûsan re pêşkeş bikin û wan jî test bikin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya pêşî ya li Kongresê de, di nameya ku ji Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy wergirtiye bibîr xist û got ku Zelenskiy eşkere kiriye ku Ukrayna ji bo aştiyeke mayînde amade ye li mdu maseyê rûne.

Trump got ku Zelenskiy nivîsiye ew ji bo îmzekirina peymana mîneralên biqîmet di her demeke Washington guncav be, amade ye.

Waltz jî di hevpeyvînekê de got, eger muzakereyên aştiyê dest pê bikin û mekanîzmayên zêdekirina baweriyê were danîn, Trump dikare alîkariya ji bo Ukraynayê ya ku niha rawestandiye, ji nû ve binirxîne, ji ber ku wî nameya Zelenskiy weke "gaveke erênî" bi nav kiriye.

Waltz diyar kir: "Eger em bikarin van muzakereyan bi encam bikin û hin mekanîzmayên zêdekirina baweriyê deynin ser maseyê, wê demê Serok wê bi cidî li ser mijara rawestandina alîkariyan bifikire. Divê em bizanin ku her du alî jî bi dilsozî ji bo aştiyeke bi qismî û paşê jî aştiyeke berdewam dixebitin."