Koska Sipî: Di muzakereyan de pêsdeçûn heye

27 August 2024 00:01 0 dîtin
Koska Sipî: Di muzakereyan de pêsdeçûn heye

PeyamaKurd – Şêwirmendê Koşka Sipî û yê ewlehiya netewî John Kirby di rêya telekonferansê de civîna çapemeniyê lidarxist û got di muzakereyên ji bo Xezzayê de roxandin tine û bi eksa wê teref pêşdeçûn kirine û di pêvajoya bê de grûbên xebatê wê li ser detayên an ku hûrahiya mijaran biaxifin. Kirby got:

“Wê teref pêvajoyê ji grûbên xebatê de bêjin û têra wê pêşdeçûnê kirin. Bi vê şêweyî wê pêdivî tinebe ku navbeynkar û lîder li wê derê amade bin. Hevdîtin gihan wê astê ku grûbên bi mantiq ava bikin û grûb bi hûrayî li ser mijarê bixebitin.”

Kirby got ku hêjî gelek kar hene li serê bixebitin, hevdîtinên navbera terefan dewam dikin, di nav grûbên xebatê de wê biaxifin bê artêşa Îsraîlê ji ku derê û çawa vekişe, detayên guhertina dîlan jî di nav de dê li ser gelek mijaran hevdîtin bikin.

Kirby, her weha got ku şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê wê bandorê li pêvajoya agirbesê neke. Kirby di mijarê de got:

“Di dawiya heftê de, tevî Hîzbûllahê bi roket û dronan êrîşê Îsraîlê kirin jî ku Îsraîl berevaniya xwe baş kir, bandorê li hevdîtinên agirbesê nekir.”

Rêvebirekî Hamasê ji bo AAyê ragihandiye ku di teklîfa nûh de koridora Philadelphiyê ku 14 km ye kontrola wê ji Îsraîlê re hiştine û ev jî tê vateya ku hebûna Îsraîlê dê li Xezzayê dewam bike, Hamas ji terefan re gotiye ku vêya qebûl nake û navbeynkar piştî ji welatên navbeynkar re mijarê gotine, paşî ji Qahîre veqetiyane.