Koska Sipî li ser êrîsa Hewlêrê ragihand: “Mafê me yê bersivê heye”

17 February 2021 01:30 0 dîtin
Koska Sipî li ser êrîsa Hewlêrê ragihand: “Mafê me yê bersivê heye”

PeyamaKurd – Koşka Sipî li ser êrîşa bi fuzeyan ya bo ser Hewlêrê bersiv da û got ku mafê wan heye di wextekî ew bixwazin û ciyê ew bixwazin bersiva êrîşê bidin. Ragihandin ji aliyê sekreterê çapemeniyê ya Koşka Sipî ji Jen Psakî hat kirin.

Jen Psaki, got ku bo kesên êrîşê kirine ser Hewlêrê bên girtin, bi rêvebirên Iraqê re xebatê dikin. Her weha Psakî got ku ev mijar di nav karên wan yên ewilî de ye û weha got:

“Êrîşa ku şeva borî bo herêma Kurdistanê hat kirin, me gelek aciz kiriye. Wezîrê karên derve Antonio Blinken do bi serokwezîrê Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re axifiye, da alîkariya tesbîtkirina êrîşkeran bikin. Lê heya niha êrîşker nehatin dîtin.

Wê Amerîka di wextekî ew bixwazin û ciyê ew bixwazin bersiva êrîşê bide. Lê divê berpirs bên aşkerakirin. Em welatekîne ku bo me dîplomasî dia asta yekê de ye.”