Koska Sipî ragihand: Dibe parêzvanên netewî têkevin dewrê

23 October 2021 00:44 0 dîtin
Koska Sipî ragihand: Dibe parêzvanên netewî têkevin dewrê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser mijara amadekirina alavên zincîre ku niha sektor ketiye nav krîzekî ragihand ku niha nafikirin ji bo çareserkirina mijarê, parêzvanên netewî bi awayeka çalak bixin dewrê.

Berdevkê Koşka Sipî Jen Psakî di civîna çapemeniyê de ragihand ku Biden li ser pirsa rojnamevanekî gotiye ku eger pirsgirêka ajotvanan û kamyonan çareser nebe dikare parêzvanên netewî bixe dewrê û mijarê çareser bike. Psakî got ku di asta federal de mafê serok heye ku ji eyalatê bixwaze da parêzvanên netewî bikarbîne û weha got:

“Niha me ji parêzgeran daxwazeka weha nekiriye û em ne li pêşiya bikaranîna parêzvanên netewî ne.”

Ji ber ku li Amerîkayê di sektora kamyon û ajotvanên kamyonan de krîzekî mezin heye û niha pêdiviya Amerîkayê bi 80 hezar ajotvanan heye, nikarin zîncîra amadekirinê temam bikin û Biden dibêje eger mijar çareser nebe, wê parêzvanan bikar bîne.