Koska Sipî: Dibe Îran di vê heftê de êrîsê bike
PeyamaKurd – Li ser kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Haniye li Tehranê ku ji aliyê Îsraîlê de hat kuştin û Îran gotibû wê tola wî hilde û êrîşê Îsraîlê bike, ji DYAyê ji Koşka Sipî daxwuyanîyekî hat dayîn.
Koşka Sipî ragihand ku dibe Îran di vê heftê de êrîşê Îsraîlê bike. Li ser daxwuyaniya DYAyê artêşa Îsraîlê amadekariya xwe derxist asta herî bilind.
Koordînatorê konseya ewlehiyê ya DYAyê John Kirby got:
“Divê em amade bin. Pêwiste Ewrûpayî dema ji Îranê êrîşekî were, dê tewrekî çawa nîşan bidin, biryara xwe bidin. Êrîşekî Îranê dibe bandora neyînî li hevdîtinên Xezzayê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin