Koska Sipî: “Bende ne Îran êrîsî Îsraîlê bike”

15 August 2024 22:07 0 dîtin
Koska Sipî: “Bende ne Îran êrîsî Îsraîlê bike”

PeyamaKurd – Berdevkê konseya ewlehiyê yê Koşka Sipî John Kirby hişyariya di derbarê êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê da. Kirby got ku dê qet hişyariyê nedin û di rojên pêşiya me de êrîşê bikin. Di mijarê de di destê wan de agahî hene.

Kirby, di birîfînga di rêya telekonferansê de li ser êrîşa Îranê ya ku dibe bibe de got:

“Di destê me de agahî hene ku bê hişyariyê bidin, wê tekez di rojên pêşiya me de, êrîş bên kirin. Divê em ji bo vê yekê amade bin. Em dizanin ku Îran hinek amadekariyan dikin. Em bawerin ku bê xeberê bidin wê bikin û em naxwazin îş here heya wê astê.”

Kirby, di brîfîngê de got ku ji bo alîkariya here Xezzayê û ji bo dîlên di destê Hamasê de serbest berdin, hêj gelek kar hene ku bên kirin û weha dewam kir:

“Hevdîtinên li Dohayê wekî destpêkê hêvî didin mirov. Îro ji hevdîtinan tiştek dernayê û em bende ne ku sibê hevdîtin dewam bikin.”