Koska Sipî: Biden û Erdogan dê di 14 ê hezîranê de hev bibînin
PeyamaKurd – Koşka Sipî ya Amerîkayê di derbarê hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden û serokkomarê Tirkiyê Recep tayip Erdoğan de ragihand ku dê hevdîtina wan di 14 ê hezîranê de di zîrwe ya NATO yê de li Belçîkayê be. Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki li ser bernama serokê Amerîkayê Joe Biden bo seredana derveyê deryayê ragihand. Biden dê bi hevjîna xwe bi Jill Biden re hefteya pêşiya me derê geştê.
Biden, di nav vê mehê de wê seredana Îngîltere, Belçîka û Îswîçre bike. Psaki ragihand ku dê Biden di 10 ê hezîranê de li Îngîltere tevlî zirweya G7 bibe.
Li gor ragihandinê; wê Biden bi serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson û lîderên G7 an de hevdîtin bike. Di 13 ê hezîranê de bi kralîçe Elizabeth II re li şatoya Windsorê de hevdîtin bike. Biden piştî hevdîtinê wê dagere Amerîkayê lê di 14 ê hezîranê de bo tevlîbûna Zirwe ya NATO yê here Bruksela Belçikayê.
Psaki got dê li Brukselê Biden bi Erdoğan re hevdîtin bike. Di ragihandinê de Psaki weha got:
“Serok Biden wê biryara xwe ya Amerîkayê bo NATO û ewlehiya transatlantîkê û bergiriya komkî dubare bike. Bo li ser mijarên dualî û pirsgirêkên herêmî biaxifin wê bi Erdoğan re civînekî bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin