AFADê ragihandina amaran rawestand: Di roja sêyem de bi hezaran avahîyên hilwesiyayî li benda tîmên rizgarkirinê ne

08 February 2023 20:39 0 dîtin
AFADê ragihandina amaran rawestand: Di roja sêyem de bi hezaran avahîyên hilwesiyayî li benda tîmên rizgarkirinê ne

PeyamaKurd – Xebatên rizgarkirinê û alîkariyên ji cîhanê û naxwve bo karesata erdhejên Mereşê ku li deh bajaran wêraniyeke mezin bi xwe re aniye di roja sêyem de berdewam dikin.

Serokatiya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyeyê (AFAD) kordînasyona xebatên rizgarkirinê û alîkariyên fermî dike, lê li gorî daxuyaniyên dawî yên AFADê  di roja sêyem a erdheja mezin de, hîn li ser zêdetirî nîvê avahiyên hilweşiyayî xebatên rizgarkirinê dest pê nekiriye ku dibe bi deh hezaran qurbanî di bin kavilan de bin.

AFADê heta duh 7ê Sibatê jî amarên avahiyên hilweşiyayî û yên li ser wan xebatên rizgarkirinê têne kirin belav dikir, lê di bulteya xwe ya dawî ya îro de êdî hejmara avahiyên hilweşiyayî û xebatên berdewam dikin, parve nekir.

Ji herêmên erdhejê bi hezaran kes li ser medya civakî ji duh ve bangewaziyên ji bo rizgarkirina xizmên xwe, bi dayîna navnîşanên wan li AFADê dikin ku gelek gazin jî têne kirin û kesûkarên qurbaniyan dibêjin, pir dereng mane û dibe êdî mirovên dibin kavilan de can dabin.

Di encama herdu erdhejên mezin ên bi hêza 7,7 û 7,5 ên navenda wê Mereş bû de, hin bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê ji ber hilweşînê tune bûne û bi hezaran avahî ruxîyane ku li gorî hejmarên fermî yên heta demjimêr 15:30 heta niha zêdetirî 8 hezar kes mirine û çarenivîsa bi deh hezaran kesan jî hêj nediyar e.