Ji Erdogan daxuyaniya erka serokomar a ragihandina roja hilbijartinê

20 January 2023 19:07 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya erka serokomar a ragihandina roja hilbijartinê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, îro înê 20ê Çile piştî nimêja Înê daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomarê Tirkiyeyê li ser pirsa ragihandina roja hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê yên 2023yan rexne li partiyên opozîsyonê girt û wiha got:

“Erka ragihandina hilbijartinê di destê serokomar de ye, wê berî 60 rojan bi biryarnameyê dîroka hilbijartinê bê ragihandin û Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) jî xebatên xwe bide destpêkirin. Bi qasî ku nizanin erka hilbijartinê di destê kî de ye, cahil in. Erkên serokomar diyar in.”

Erdogan da zanîn ku ew êdî wekî roja hilbijartinê li ser 14ê Gulana 2023yan diaxivin.

Hêjayî gotinê ye, gelek hiqûqnasên Tirkiyeyê û aliyên partiyên opozîsyonê dibêjin, Erdogan ji ber ku du caran serokomarî kiriye, nikare cara sêyem xwe bike namzedê hilbijartinên serokomariyê ku Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê rê nade.