Roja ragihandina hikûmeta nû ya Afganistanê hat eskere kirin

31 August 2021 19:52 0 dîtin
Roja ragihandina hikûmeta nû ya Afganistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tevgera Talîban a dest daniye ser deshilatdariya Afganistanê amadekariya ragihandina hikûmeta nû ya Afganistanê dike.

Li gorî zanyariyên medya Rûsî, wê Talîban di nav vê hefteyê de roja Înê hikûmeta nû ragihîne.

Çavkaniyeke ji komîsyonên leşkerî yên Talîbanê eşkere kiriye ku wê roja Înê 3yê Îlonê hikûmeta Afganistanê were ragihandin.