Serokomarê Afganistanê tevî pêsniyara hikûmeta demkî plana astiyê eskere dike
PeyamaKurd - Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî, beriya encamdana hevdîtinên aştiyê yên hikûmeta Afgan ligel Tevgera Talîbanê pêşniyar kir ku ji bo pêvajoya heyî hikumeteke demkî were avakirin.
Li gorî çavkaniyên medyayî, Eşref Ganî planeke ku ji 3 qonaxan pêk tê amade kiriye û armanca wê planê jî wekhevî, aştiya mayînde û bidawîkirina şer ya heta hetayê ye.
Di qonaxa yekemîn de, lihevkirina siyasî û agirbest, destûra bingehîn û di qonaxa sêyem de jî ji bo vegera kesên ji cihê xwe koçber bûne kar were kirin.
Wê plana aştiyê û avakirina hikûmeta demkî ya Eşref Ganî bi rêya televizyona fermî ya Afganistanê (RTA) were weşandin.
Li gorî zanyariyan di plana Ganî de, mijara destura bingehîn, avakirina hikumeta demkî û hilbijartina serokomariyê cî digirin.
Hevdîtinên hikûmeta Afgan û Talîbanê yên bi serepereştiya Amerîkayê sala borî dest pê kiribûn û 29ê Sibata 2020an Amerîka û Talîbanê li paytexta Qeter Dohayê peymana aştiyê îmze kiribûn ku li gorî peymanê divê hêzên Amerîkî ji Afganistanê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin