Serokê Banka Navendî yê hikûmeta Talîban a Afganistanê dest bi kar kir!
PeyamaKurd – Piştî ku Talîbanê hikûmeta xwe ya Afganistanê ragihand, wezîr û kesên bo saziyên dewletê hatine destnîşankirin dest bi kar dikin.
Piştî ku Siraceddîn Heqanî yê di lîsteya reş a Amerîkayê de wekî wezîr hat diyarkirin, Hecî Muhammed Îdrîs jî wek serokê banka navendî ya welat hat erkdarkirin.
Hecî Muhammed Îdrîs çawa ku dest bi kar kir û di yekem wêneyê wî yê ji jûra kar hatiye belavkirin de keleşkofek jî li ser maseya wî heye.
Ev dîmena serokê banka navendî ya bi keleşkofê kete rojeva medya civakî ya cîhanê û gelek parvekirinên henekî ku îdeolojiya Talîbanê rexne dikin hatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin