Parêzgarê Banka Navendî: Hikûmeta Kurdistanê pistgirî da me ku em bi hev re derbasî aboriya dîjîtal bibin

21 October 2023 16:20 0 dîtin
Parêzgarê Banka Navendî: Hikûmeta Kurdistanê pistgirî da me ku em bi hev re derbasî aboriya dîjîtal bibin

PeyamaKurd – Îro 21ê Cotmehê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî Elî Allaq konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistana tê lidarxistin.

Parêzgarê Banka Navendî Elî Allaq diyar kir, ev konfarans beşek e ji hewlên berdewam ji bo yekkirina rola bankê ji bo bidestxistina sîstemeke darayî ya biîstiqrar e.

Herwiha got: “Ligel pêşkeftinên di darayîya elektronîkî de, çendîn metirsî jî hene ku rûbirûyê vê babatê dibin, ev yek jî dihêle ku pêşîne ji nû ve werin saz kirin, da ku li gorî van pêşkeftinan bin.”

Di berdewamiyê de eşkere kir, yek ji pêşîneyên banka navendî ew e, bala xwe bide ser tiştên ku di konferansan de têne gotûbêj kirin, ew jî çespandina binemayên şûştina diravî ye, ku yasayê wê di 2015an de hatiye derxistin. Ev binema ewlehiya sîstema darayî û Iraqê ji metirsiyan diparêze.

Allaq qala rêkxistina proseya bazirganiyê li Iraqê kir û diyar kir, banka navendî rojane projeyên veguhastina derveyî bi hûrgilî cîbicî dike.

Herwiha destnîşan kir: “Hevhengiya me bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re heye. Dema ku em berî du rojan civiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî da me ku em bi hev re derbasî aboriya dîjîtal bibin.”