Stoltenberg dibe Serokê Banka Navendî ya Norwêcê

04 February 2022 21:03 0 dîtin
Stoltenberg dibe Serokê Banka Navendî ya Norwêcê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ku erka wî ya di NATOyê de temam bûye, wê bibe Serokê Banka Navendî ya Norwêcê (Norges Bank).

Hikûmeta Norwêcê eşkere kir ku biryar hatiye wergirtin Jens Stoltenberg dibe Serokê Banka Navendî ya Norwêcê ku wê 6 salan li ser wê postê bimîne.

Wezîrê Darayî yê Norwêcê Trygve Slagsvold Vedum jî ragihandiye ku Stoltenberg ji ber tecrubeya xwe ya fînansê kesê herî guncaw e ji bo seroktiya banka navendî.

Stoltenberg ji bilî sekreteriya NATOyê, 8 salan serokwezîrtiya Norwêcê û 4 salan jî wekî Wezîrê Darayê kar kiribû.