Serokê Banka Navendî ya Îranê ji kar hat avêtin

30 May 2021 23:27 0 dîtin
Serokê Banka Navendî ya Îranê ji kar hat avêtin

PeyamaKurd - Serokê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî ji karê xwe hat avêtin.

Serokê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Himetî ku ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê namzediya xwe danîye ragihand ku Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jê re gotiye, heger di hilbijartinan de bibe namzed nikare wek serokê banka navendî li ser karê xwe bimîne.

Medya Îranê ragihandiye ku Himetî ji kar hatiye avêtin û li şûna wî jî Cîgirê Serokê Saziya Plandanîn û Budçeya Îranê Hemîd Pûrmihemedî hatiye pêşniyarkirin ku Pûrmihemedî jî ew pêşniyar red kiriye.

Ajanasa Fars News a nêzîkî Supaya Pasdaran ragihandiye ku Ekber Kumîcanî wê li cihê Himetî wek Serokê Banka Navendî ya Îranê bê danîn.