Iraq | Sûdanî serokê banka navendî ji kar dûr xist

23 January 2023 20:00 0 dîtin
 Iraq | Sûdanî serokê banka navendî ji kar dûr xist

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib ji kar dûr xist.

Medya Iraqê ragihandiye ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji ber sedema zêdebûna nirxê dolar li beramberî dînar Serokê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib ji kar dûr xistiye.

Hatiye diyarkirin ku hevdem Rêveberê Banka Bazirganî ya Iraqê Salim Cewad Elcelebî jî ji kar hatiye dûrxistin û xanenişînkirin.

Sudanî piştî ku Serokê Banda Navendî ya Iraqê ji kar dûr xist, daxuyaniyek da û diyar ku buhabûna dolar demkî ye û wê ev mijar were çareserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Sudanî ragihandiye ku wan li dijî wan kesên dixwazin ziyanê bidin bazara Iraqê hinek biryar wergirtine.

Hêjayî gotinê ye, niha li bazara Iraq û Herêma Kurdistanê 100 dolarê Amerîkî bi 165 hezar dînaran tê firotin ku berî mehekê 100 dolar bi 147 hezar dînaran bû.