Biden: Hîna dûr e em hikûmeta Talîbanê li Afganistanê nas bikin

07 September 2021 11:02 0 dîtin
Biden: Hîna dûr e em hikûmeta Talîbanê li Afganistanê nas bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, hîna dûr e em hikûmeta Talîbanê li Afganistanê nas bikin.

Joe Biden di bersiva pirsa rojnamevanan a li ser naskirina Hikûmeta Talîbanê de da zanîn: “Rê ji bo vê yekê dûr e. Rê dûr e.”

Tevgera Talîbanê roja 15ê Tebaxa borî Kabûl Paytexta Afgnistanê kontrol kir û roja din destnîşan kir, dê dest bi avakirina hikûmeteke nû bike.

Şeva 31ê Tebaxê jî, leşkerê dawî yê Amerîkayê ji Afganistanê derket û Amerîkayê erkê hêzên xwe yên leşkerî li wî welatî bi dawî anî.

Çavkaniyên ji Talîbanê jî pêşbînî dikin ku di hefteya bê de hikûmeta nû bi serokatiya Serokê Polîtburoya Talîbanê Ebdulxenî Birader were avakirin.