Talîbanê li Afganistanê navendeke bi ser Îranê ve daxist

17 April 2022 16:40 0 dîtin
Talîbanê li Afganistanê navendeke bi ser Îranê ve daxist

PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê bi hinceta ku ji aliyê Îranê ve piştgiriyê distîne biryara girtina navendekê li Kabûlê da.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, navenda bi navê Tibyan a Xezerên Şîe piştî beşdarbûna xwepêşandaneke dijî rêveberiya Talîbanê hat girtin.

Serokê navenda Tibyan Yar Muhammad Rahmetî û rêveberên wê, li ber Balyozxaneya Îranê ya Kabûlê ji bo piştevaniya Îranê xwepêşandan kiribûn ku ew xwepêşandana piştgiriyê piştî protestoyên dijî Îranê yên ji bo zilma li penaberên Afgan tê kirin, pêk hatibû.