Biden budçeya demkî îmze kir, hikûmeta Amerîka ji daxistinê rizgar bû!

01 October 2023 12:02 0 dîtin
Biden budçeya demkî îmze kir, hikûmeta Amerîka ji daxistinê rizgar bû!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di dengdana Encûmena Nûneran a Amerîkayê de, ji bo pêşî li daxistina hikûmetê bê girtin, budçeya 45 rojan a demkî hate pejirandin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî pêşniyara budçeya 45 rojan gihîşt ber destê wî biryar îmze kir û hikûmeta Amerîkayê jî ji daxistinê rizgar bû. 

Di dengdana ku cara duyem hate kirin de, budçeya 45 rojan a bo rewşên lezgîn û karesatan li hember 91 dengdan bi 335 dengdan hate qebûlkirin. Wê ew pêşniyara budçeyê pêşkeşî Kongreya Amerîkayê jî bê kirin.

Hêjayî gotinê ye, hê jî budçeya giştî ya Amerîkayê ji ber lihevnekirina komarî û demokratan nehatiye pejirandin, lê belê 2yê Cotmehê jî ji bo hikûmeta Amerîka neyê daxistin û budçeya demkî bê pejirandin roja dawî bû.